← Back to catalogue
Şikefta Xwekuştinê

Fiction

Şikefta Xwekuştinê

Receb DildarBuy at Pirtukakurdi ↗
Publisher
Dara Yayınları
ISBN
9786050661224
Genre
hikaye
Book language
Kürtçe
Pages
128
List price
TRY 280
Publication status
Available

About the book

A translation is not yet available; the original description is shown.

Pira Dehderî di navbera Çîyayê Çilsiwaran û Koşka Berpirê de, bûbû wêneyekî bêhempa. Dîjle ji wan re bûbû kemanjenekî dilzîz; xuşexuşa ava ku di bin tîrêjên Rojê de dibiriqî ew digirtin, dibirin li ser textê evînê bi cîh dikirin. Te digot qey ev birc, di nav xirecira Amedê û bêdengîya xwezayê de bûbû sînorek. Bîhnên kulîlkên nûbişkuvî yên li ser şaxên zirav direqisîn, bi sirra sivikbayekî ji hela Qerejdaxê tevlî xeyalên keçikên li ser bircê dibûn. Ezman şipîşîn bû, li jor, gelek li jor wek ku hinekan pembo lod kiribe ewrên sipî şînayîya ezman dixemiland. Rojê bi hêz û qeweta xwe, bi tîn û ronkahîya xwe îro jî li ser dinyayê hukumdarîya xwe didomand. Jîyana ter û teze bi her awayî, li hemberî roj û meh û salên bere, yên rizîyayî derdiket û dengê xwe yê nûjen bilindtir dikir.  (Ji çîroka Helbestên Sosinê) pirtûk ji 20 çîrokên modern pêk tê

More to discover