← Back to catalogue
Zarokên Bêtore

Fiction

Zarokên Bêtore

Receb DildarBuy at Pirtukakurdi ↗
Publisher
Dara Yayınları
ISBN
9786257304443
Genre
Roman
Book language
Kürtçe
Pages
136
List price
TRY 340
Publication status
Available

About the book

A translation is not yet available; the original description is shown.

Zarokên Bêtore Hesreta welat zor dabû Şêrko, êdî nikaribû xwe li xerîbîyê bigirta. Ji ber wê, çend roj berî dema ku ji bo xwe plan kiribû vegerîya Wanê. Çend rojan ji malê derneket û kesî bi xwe nehesand, li ber çogên dayika xwe rûnişt, hesreta dilê xwe kewand. Dêya wî neketibû nav çerxa sîstemê, hayûbaya wê zêde ji dinyayê tunebû, jineke saf bû, bi gotineke din dinyaya xwe ya biçûk de dijîya û xizmeta malbata xwe dikir. Derbasî têkîlîyên serdemê nebibû, hîn di nav orf û edetên xwe yên berê da bû. Kurdeke xas bû, li derdora xwe çi dîtibû wisa dijîya. Derketina wê ya ji malê gelekî kêm bû, biçûna jî yan bi mêrê xwe re yan jî bi keça xwe re derdiket alavên jê re lazimbûna distend û vedigerîya malê. Û ji bo du tiştên din derdiket derve, yek jê şîn bûn, yek jê jî dawet bûn. Têkîlîya wê ya bi civatê re li ser ev herdu bûyeran dimeşîya.

More to discover