← Back to catalogue
Bîr

Fiction

Bîr

Nûdem HezexBuy at Pirtukakurdi ↗
Publisher
Dara Yayınları
ISBN
9786056862090
Genre
roman
Book language
Kürtçe
Pages
120
Publication status
Out of print

About the book

A translation is not yet available; the original description is shown.

- Paşê singa te bûbû kevir û çemek jê herikîbû. - Ma çem diherikin ji keviran? - Belê ezbenî diherikin, ma tu dengan nabînî, rengan nabihîzî? Bîr, romana rêwîtîyekê ye, rêwîtîyeke derûnî ya ku xwe dispêre efsaneyên kevir û çemên zarotîyê; ya ku êdî ne pêkan e bi gilî û gotinên minêkar li xwedîyê xwe yê ku hiş û bîra wî bi heman kevirên şayîk hatiye pincirîn û di heman çemên şêlo de noq bûye. Xwesteka wî nexêr, ne azadî ye, ne jî kêfarat, gava ber bi cî û warê bav û kalan, li xewn û xeyalên ku li binfêza Girê Êlim ê efsûnî govendeke bêdeng digerînin, li dem û kêlîk û çirkeyên nayveger, bi rê dikeve jî, hew gotinek li ser zimanê wî ye: ‘Rê’ ye ew, wekî Murathan Mungan jî gotî; Te dî dûrî, pêşîkê di hûndirê mirovî de li hev dihêwire; ya piştî wê her bi tenê rê ye.   Şener Özmen Ji naverokê bêtir şêweya romanê balê dikşîne, bi vê hêlê xwe çawa mûzîk xwerû şêwe be ev roman jî bi vê terza xwe ku dişîbe helbestê, ji helbestê wêdetir çûye xwe nêzî mûzîkê kiriye. Ji bo wê şêweyê jî hilbijartina mekanan girîng e, wek mînak cam (neynik) pirr kêrhatî ye. Monologa navxweyî bi camê hatiye xurtkirin. Muzika monologî ne ji hoparlorê ji neynikê xwe der dide. Çawa ku zarokek ji dayik dibe derûniya xwe bi "neynika xwe" saz dike, di vê romanê de leheng berê vegotina xwe daye neynikê, ango riya vegotina xwe di ser neynikê re derbas kiriye.  Ferzan Şêr Nîşe: Ev pirtûk di Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya 2018an de di cureya romanê de bû yekemîn

More to discover