← Kataloğa dön
Şikestî

Roman ve öykü

Şikestî

Receb DildarPirtukakurdi’den satın al ↗
Yayınevi
Dara Yayınları
ISBN
9786257304245
Tür
Roman
Kitabın dili
Kürtçe
Sayfa
240
Liste fiyatı
₺400
Basım durumu
Mevcut

Kitap hakkında

Bu metnin çevirisi henüz hazırlanmadı; özgün tanıtım metni gösteriliyor.

Nivîskar di vê romanê de, dîroka bêbext dide ber pirsan. Hûn ê di vê romanê de qêrîna Dêra Qîre, Deşta Bîşêrîyê, hewara Çemê Xerzan û Dîyarbekira stûxwar bibihîzin Li ser bênderên gundê Barisilê, roja man û nemanê ye. Mirin û jîyan li hemberî hev serqot in. Ji çavên dîl gazin difûrin, çirûskên hêvîyê xembar in. Germa havînê, dilopên xwêdanê bi ser kelecana dil ve dişîne. Kelecana dil, qefesên sîngên kelegerm dikute. Qêrînên bêdeng di nav bêçaretîyê de digevizin. Hêvî li asoyên gelekî dûr in. Can di nav lêhîya zulme de diperpitin. Roj ji ronahîya xwe fedî dike. Çîyayên Remî ji bilindbûna xwe fedî dikin. Deşta Bişêrîyê ji hebûna xwe fedî dike. Gundê Barisil, ji bêçaretîya xwe zarezar e. Îsyana xortên nûgihîştî, di nav dilan de difetise. Hewara pîr û kalan di nav kezebê de ditepise. Hemû deng di nav sîngan de, asê mane. Dem sekinîye. Tevger sekinîne. Livên herî biçûk, wek lehîyekê bi ser kerrikên guhan ve dibezin. Hemû çav bi hev ve hatine girêdan. Çavên herkesî li ser koma girtîya ne.  (Ji romanê)

Diğer kitaplar