← Kataloğa dön
Cizîrînasî

Tarih ve araştırma

Cizîrînasî

M. Zahir ErtekinPirtukakurdi’den satın al ↗
Yayınevi
Dara Yayınları
ISBN
9786057497703
Tür
araştırma - portre
Kitabın dili
Kürtçe
Sayfa
396
Liste fiyatı
₺500
Basım durumu
Mevcut

Kitap hakkında

Bu metnin çevirisi henüz hazırlanmadı; özgün tanıtım metni gösteriliyor.

Edîtor: M. Zahir Ertekîn Kesên ku nivîsên wî/wê tê de hene Tehsîn Îbrahîm DOSKÎ, Yadîgar Resul HEMEDEMÎN, Hayrettin KIZIL,M. Zahir ERTEKIN, Ayhan YILDIZ, Nurettin ERTEKIN, Sami ÇELIKTAŞ, Ahmet KIRKAN, Nesim SÖNMEZ, Şerif GÜZEL, Muhammet İkbal DENIZ, Müslih SEZER, Gülistan Çoban EMINOĞLU, Nevzat EMINOĞLU, Veysi İNCI Di vê xebatê de, me xwest ku em Melayê Cizîrî nas bikin û herwiha nasiya wî û hunera wî bidin we xwendevanên hêja. Helbet ev berhem bi naveroka xwe ve ne Cizîrînasî ye. Lê belkî çengek be ji behra kûr a Cizîrînasîyê. Û daxwaz ew ku ev çeng bibe destpêkeke dilnizm ji bo naskirina wî. Nivîsarên vê pirtûkê, bi nêrînên cuda ve hem ji aliyê edebîyatê hem ji alîyê zimên ve li dîwanê hûr dibin. Di pirtûkê de, 12 meqale û guftûgoyek heye. Nivîsarek bi soranî, yek bi zazakî û yên mayî bi kurmancî ne. Pirtûk li ser pênc beşan hatiye dabeşkirin. Bi hêvîya ku bibe coyek rewan, biherike û bigihîje behra xwe. Ger lu’lu’ê mensûrî ji nezmê tu dixwazî Wer şî‘rê Melê bîn te bi Şîrazi çi hacet … Di î‘cazê beyanê da suxen ger bête însafê Dizanit muxteser herkes Melê sihr û ‘îbaret kir

Diğer kitaplar