← Vegere katalogê
Baxê Îrem

Helbest û klasîk

Baxê Îrem

Tehsîn Îbrahîm DoskîLi Pirtukakurdi bikire ↗
Weşanxane
Dara Yayınları
ISBN
9786056999505
Cure
klasik - şiir
Zimanê pirtûkê
Kürtçe
Rûpel
278
Bihayê lîsteyê
420 ₺
Rewşa çapê
Li ber dest e

Derbarê pirtûkê de

Wergera vê nivîsê hîn nehatiye amadekirin; nivîsa orîjînal tê nîşandan.

Latînîzekirin û amadekar: M. Zahir Ertekin   Baxê Îrem 34 şairên kurdî-kurmancî yên klasîk ên nû dide nasîn û ji şi’rên wan nimûneyan berpêş dike. Her wiha çend helbestên xwedînenas jî di nava rûpelên xwe de dihewîne. Em bi vê berhemê haydar dibin ku 34 şairên klasîk ên kurmancî li lîsteya şairên klasîk ên kurmanc zêde bûne. Heta niha belkî li tu derê ev şai’r nedihatine zanîn. Bi vê pirtûkê xuya ye ku wê rewş û dîroka edebîyat kurdî ya kurmancî bête gorîn. Lewra berê, me dizanî ku piştî Eliyê Herîrî yekem helbestvanê kurdîya kurmancî Melayê Cizîrî ye. Lê piştî vê xebata hêja em dibînin ku Mela Mehmûdê ku bi nasnavê Hemîdî tête zanîn, beriya Melayê Cizîrî helbest nivîsîye.  Helbestvanên ku di vê berhemê de cih girtine ev in: Mela Mehmûd (Hemîdî), Mîr ‘Îmaduddînê Hekkarî (Sebûrî), Mela Remezanê Ebbasî, Lexer, Axayokê Bêdarî, Sadiqê Amêdî, Muradxanê Bayezîdî û Macin, Mun’imî, Ze’îfî, Mela Husên, Nesîmî, Hacî, Sewdayî, Cudayî, Mîna, Qani, Biharî, Bazelî, Ehmedê Katibê Qubad Begê, Derdî, Mela Îbrahîmê Katûnî, Muhemmed Teyyar Paşa (Xerîbî), Xiyasî, Mela Mihemedê Pîzanî, Mihemedê Qoşlî,Yûsifê Terxan, Şêx ‘Ebdulqadirê Xanî, Ebdullahê Mexribî,Durefşanî, Mela Meqsûd (Esamî), Taha, Mela Mihemedê Soçî yê Baneyî, Sibxetullah, Mela Muhemmedê Xanî (Şewqî)

Pirtûkên din