← Back to catalogue
Pace

Fiction

Pace

Fewzî BÎLGEBuy at Pirtukakurdi ↗
Publisher
Dara Yayınları
ISBN
9786257304900
Genre
roman
Book language
Kürtçe
Pages
72
List price
TRY 280
Publication status
Available

About the book

A translation is not yet available; the original description is shown.

Belkî Şevder ji wan têr dibe, cardin berê xwe dide alîyê bexçeyên Hewselê. Li şênahîya darên kesk, li cêfînên ku xasên wan hatine hevdan û mişarê wan mîna xalîçeyên qehwerengî xuya dibin temaşe dike. Her deh derîyên Pira Dehderî ji wî xuya dibin. Bêhnekê dikeve temaşeya pirê, ji wir diçe nava kûrahîya dîrokê, di nava rûpelên tarî û bixumam de qilopilo dibe. Bi helwesteke eletewş çend pirsan ji xwe dike û cardin di nig de vedigere, xirexavî li Çîyayê Çilsuwaran dinêre. Çîyayê Çilsuwaran tu yê bêjî qey xîyanet li çilsuwaran kirîye û her çilsuwaran bi hevdu re şûrê xwe dawişandiye qotê serê wî, ew firandiye, rast, ripîrast kiriye. Mirov nikare derewan li zemên bike, belkî jî çîroka wî çîyayî ne wiha be.

More to discover