← Back to catalogue
Pênc Destanên Kurdî Yên Kevnar

Fiction

Pênc Destanên Kurdî Yên Kevnar

Mihemedê PîrêBuy at Pirtukakurdi ↗
Publisher
Dara Yayınları
ISBN
9786257304221
Genre
destan
Book language
Kürtçe
Pages
160
List price
TRY 340
Publication status
Available

About the book

A translation is not yet available; the original description is shown.

Di van destanan de em ne tenê pêrgî bûyerên jîyana rojane li bajar û gundên gelê kurd dihên, bêhtir em dîroka vî gelî ji hêline din ve û bi şêweyekî cuda û taybet û li ser zimanên gelekan dixwînin; herweha em di rêya xwendina van destanan re dikarin bi ser dîskursên ku di wan deman de li herêmên kurdan li dar bûn vebin, ji ber ku dîrok ne tenê bûyerên sîyasî, leşkerî û çandî yên sereke û navdar bûn di demekê ji deman de, dîroka ku em di van çîrok û destanan de peyda dikin, beşeke ji dîroka civaka kurd li qiraxan, ne li navendê. Destanên ku di vê pirtûkê de hatine berhevkirin pênc in û her destanek ji ya din xweştir e. 1. Destana Şah Bilbil û Mamedê kurê Mîrê Botan. 2. Sînem û Mela Itman. 3. Sîyamendê Silîva xwedîyê tîr û kevanê ekfîyê zîvî. 4. Serpêhatîya Zîrek û Zelîxayê. 5. Hesenê Alê û Têlî Eyşê. Û her çîrokek ji van her pênc çîrokan çîrokeke dirêj e û mirov têde rastî gelek bûyer û kesayetîyan dihê û ji xwe re fêrî jîyana civakî û malbatî ya kurdan û kultur û gerdîşên wan dibe. Alan Pîrê

More to discover