← Back to catalogue
HEBÛ TUNE BÛ - Antolojîya Çîrokên Zarokan (Ciltli)

Children

HEBÛ TUNE BÛ - Antolojîya Çîrokên Zarokan (Ciltli)

Zinarê XamoBuy at Pirtukakurdi ↗
Publisher
Dara Yayınları
ISBN
9786257304238
Genre
masal
Book language
Kürtçe
Pages
340
List price
TRY 900
Publication status
Available

About the book

A translation is not yet available; the original description is shown.

Ji zaroktîya xwe da ye ez ji xemîşok/çîrok, qirwelk, dûrik, pêkenîn, sitranên dengbêjîyê, bi kurtî ji zargotina kurdî gelekî hez dikim. Bi evîndarî lê guhdarî dikim, dixwînim, ji ber dikim û dinivîsim. Jixwe berhevkirina xemîşokên (çîrokên) vê antolojîyê jî wiha dest pê kir. Ev hezkirina ji çîrokan bû sebebê ez vê antolojîya di destê we da hazir bikim. Çil sal e min ew heb bi heb top kirin, ji bo ku zarokên me wan bixwînin û ji zargotina pêşiyên xwe bêpar nemînin, bi riya van çîrokan zimanê xwe nas bikin, baştir fêr bibin.  Ez ji sala 1980î vir da ye çîrokên (xemîşokên) zarokan dinivîsim. Bêguman li hin herêmên Kurdistanê û li gelek welatan jî hin wersîyonên van çîrokan hene. Ji çîrokên kitêbê hinek dişibin fabilên(çîrokên) Ezop, hinek dişibin çîrokên La Fontaine, hinek jî çîrokên bûne kilasîkên kurdî. Ji bo ku zarok çîrokên di antolojîyê da rihet fam bikin heta ji min hat min zimanekî sade û sivik bi kar anî. Min hewil da zimanê xemîşokan gelêrî be, wek zimanê çîrokbêjan be, ji bo ku her zarok jê fam bikin. Ez hêvî dikim, zarokên me ewê ji van xemîşokan/çîrokan hez bikin, ewê bi dilê wan be û bi hezkirin bixwînin.   Di vê çapa berfirehkirî da antolojî bi wêneyan hatiye xemilandin, 213 çîrok tê da hene. Redeksîyon: Serwet Denîz Wênexêz: Sadık Hangül Dîzayna Bergê:  Sadık Hangül Ebat: 16*24 Berga Taybet

More to discover