← Back to catalogue
Carek ji Caran

Children

Carek ji Caran

Yasemin ElbanBuy at Pirtukakurdi ↗
Publisher
Dara Yayınları
ISBN
9786257304061
Genre
Masal
Book language
Kürtçe
Pages
128
Publication status
Out of print

About the book

A translation is not yet available; the original description is shown.

Çîrçîrok, dinyaya xeyalan rengûreng û dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan, peyvên nû hîn dibin, bi zimanekî dewlemend dikarin bi rêk û pêk xwe îfade bikin. Hêza raman û hestên xwe bi çîrçîrokan dimelînin û dikemilînin. Hunera hizirkirina jiyana nedîtbar bi çîrçîrokan geş dikin. Pêwîste ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan di navbera dê, bav û zarokan de danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe. Di vê pirtûkê de 20 çîrçîrokên Kurdî hene.  Kêç û Mûrî Carekê cebarekê, Xwedê û pêxember qerarekê, Kûsî rabû ser serê darekê. Erd hejiya dar leqiyan, Kûsî ket her du çavên wî rijiyan. Kûsî kete gelek gemiyan, Li dinyayê geriya, li behra reş wergeriya, Mişk û mar li hev civiyan. Hinekan go “axiriya dewrê ye.” Hinekan jî go “na ne axiriya ne dewrê ye,  Gurmegurma mîrkuta qîza kurê kerê ye.”

More to discover