← Back to catalogue
Kût

Fiction

Kût

Reşad KemalBuy at Pirtukakurdi ↗
Publisher
Dara Yayınları
ISBN
9786257304054
Genre
hikaye
Book language
Kürtçe
Pages
112
List price
TRY 280
Publication status
Available

About the book

A translation is not yet available; the original description is shown.

Dengê xwe nekir lê dudilî ma. Tiştek negot. Em ji gundê Xalîqişlayê ber bi Dîgorê ve diçûn. Sînorên ku çemê Erez di navbera Tirkîye û Ermenîstanê da xêz dikir, xilas bû û vê carê çemê Arpaçayê bû sînor. ‘Erdên Ermenîstanê ji dûr ve reşeve dikir, hemû çiya û banî bû, cihekî rast tune bû. Çemên ku bûne sînor jî wekî madenciyan erd dikolandin, geliyên kûr li pey xwe dihîştin. Tam li eksa çemê Erez, çemê Arapaçayê bêherrî û paqij bû, bûbû hêlîna çivîk û berazan. Sînorên bi destê însanan çêkirî her tim ez xemgîn dikirim. Mi digo ma sûcê çem û çiyayan çi ye, hûn wan ji xwe ra dikin me’ne û gundan, bajaran heta heywanan ji hev vediqetînin. Gelo dema min li Qersê lîse dixwend, di otobûsên dûmanên cixare tije da ev xwezaya li dor sînoran wekî maran dikişî mîna vê rojê li min vedida an na? Nê bîra min. Dê û bavê min ez li otobûsê siwar dikirim, diya min çav li hêsîr tije, bavê min bi hesret; zûr li çavê min dinêriyan, kelegirîyek min digirt, bi demê ra ew kelegirî bû her tiştê min bû bahola min bû kitêba min, bû eynika min, bû nanê min, mîna zeytûnên hêşîn, av hêdî hêdî tehlbûna wê bir

More to discover