← Back to catalogue
Ristemê Zal

Fiction

Ristemê Zal

edip polatBuy at Pirtukakurdi ↗
Publisher
Dara Yayınları
ISBN
9786057497710
Genre
kürtçe roman
Book language
Kürtçe
Pages
296
List price
TRY 420
Publication status
Available

About the book

A translation is not yet available; the original description is shown.

Sal buhurîn, dem guherî. Padîşahê Hamawêranê, bi dek û dolab Kawûs xapand û ew ji serayê revand. Keykawûs bi ecêbek giran winda bû. Gel şaş ma. Rêveberî û hukumdarîya Îranê sist bû, dewlet bê serok ma. Piştî vê yekê eşîretên li ser sînorê Îranê çav berdan welatê wan. Kîn û xerez cardin bijkuvîn. Elfesiyayê Bavpêşeng leşker civand û li ser tuxub bicih kir. Gel ket xeterê, tirs li her derî belav bû, digotin: “Şîyar bin, êrîşa Tûraniyan li rê ye! Ew dê werin, tola xwe bistînin!” Lê belê nehatin, ew girseya leşkeran berê xwe da welatê Ereban. Ceng li dar ket; artêşa Tirkan bi şer û pevçûn sê mehan di welatê Ereban de ma. Gelek leşker û pêhlewan hatin kuştin, di encamê de Ereb li ber Tûraniyan şikiyan û têkçûn. Efrasiyab, berê hespê xwe cardin da tuxubê Îranê. Li ser vê bûyerê, zana û porsipîyên Îranê li hev civiyan, lijneyek çêkirin, tevî nameyekê şandin cem Ristemê Zal. beşek ji romanê

More to discover