← Vegere katalogê
Gaziya Welat

Helbest û klasîk

Gaziya Welat

Evdirehim Rehmi HekariLi Pirtukakurdi bikire ↗
Weşanxane
Dara Yayınları
ISBN
9786257304429
Cure
kürtçe şiir
Zimanê pirtûkê
Kürtçe
Rûpel
72
Bihayê lîsteyê
280 ₺
Rewşa çapê
Li ber dest e

Derbarê pirtûkê de

Wergera vê nivîsê hîn nehatiye amadekirin; nivîsa orîjînal tê nîşandan.

Amadekar: Sedat Ulugana Evdirehîm Rehmî Hekarî, di sala 1890î da li Elbakê tê dinê. E. Rehmî Hekarî, Lawê Mehmet Pertev Begê Teyarî ye. Ji alîyê bavê ve seyîd e ku digihîje Abdulqadirê Geylanî û ji alîyê dêyê ve jî digîhîje şêxên Erwasîyan. E. Rehmî dibistana sereke li Elbakê û ya navendî jî li Wanê, li dibistana Darulmuallimînîyê dixwîne. Di vê navberê de, di ber de, li medresaya dînî jî fêrî dersên olî dibe ku ji ber vê yekê zimanên erebî û farisî jî baş hîn dibe. Di dawîya medreseyê da ji Seyîd Taha Erwasî îcazetê distîne. Di wan salan de, li Wanê Seîdê Kurdî dinase. Di panzdeh an jî di şanzdeh salîya xwe da ji Wanê derdikeve û diçe Stenbolê. Dike ku li wir beşa Îlahîyatê bixwîne. Lê zêdetir, xwe di nav xebat û hewildanên sîyasî û edebî da dibîne. Di van salan da dest bi nivîsandina helbestan dike ku helbestên wî hem di kovara jînê da û hem jî serbixwe wekî rêzepirtûk, bi navê Gazîya Welat tên çapkirin. Lorî lorî welat lorî Dijmin hatin ketne dorê Wê ji te re dikolin gorê De lorî, lorî bêkes lorî Lorî dikim ji bi hêvî Mindal, piçûk bune kuvî Qe nizanin mane sêwî De lorî, lorî welat lor .

Pirtûkên din