← Vegere katalogê
Dîwana Mela Ehmedê Heyderî

Helbest û klasîk

Dîwana Mela Ehmedê Heyderî

Mela Ehmedê HeyderîLi Pirtukakurdi bikire ↗
Weşanxane
Dara Yayınları
ISBN
9786257304283
Cure
şiir - divan
Zimanê pirtûkê
Kürtçe
Rûpel
272
Bihayê lîsteyê
400 ₺
Rewşa çapê
Li ber dest e

Derbarê pirtûkê de

Wergera vê nivîsê hîn nehatiye amadekirin; nivîsa orîjînal tê nîşandan.

Mela Ehmedê Heyderî di çaryeka dawîn a sedsala XIX an û nîvê yekem ê sedsala XX an da jiyaye. Di van salan da edebiyata klasîk a Kurdî êdî hêdî hêdî serencama xwe biriye serî. Di vê qonaxê da Heyderî bi nûnertiyeke serkeftî va bûye yek ji xeleka dawîn a edebiyata Kurdî ya klasîk. Ev xebata me ya bi navê Dîwana Mela Ehmedê Heyderî; Metn û Lêkolîn, ji destpêkekê û çar beşan pêk hatiye. Di beşa yekem da em bi dûdirêjî li ser jiyana wî û bi kurtî jî li ser berhemên wî yên xeynî dîwanê sekinîne. Di beşa duyem da jî em li ser kesayetiya wî ya edebî û taybetiyên zimanê dîwanê rawestiyane. Her wiha di beşa sêyem da jî dîwan, ji aliyê şiklî va hatiye veçirîn. Beşa çaran jî ji metna bitenqîd a dîwanê ku bi berawirdkirina sê nusxeyan derketiye holê, pêk hatiye.  Ey gelo tîrê ḥebîban ma di nar in roj û şev Ku qulûbê me ġerîban jî di ar in roj û şev   Ez nizanim ev çi ṭop û çi tifing in şev û roj Ev çi ceyş û çi ḥeşem halimekar in roj û şev   Çi ṣeda û hûyêhay in ev çi coş in çi xurûş Çi xedengê tecerî ne çi ġedar in roj û şev   Yan ji şerṭê saèetê te dî li min rabit qiyam  Lew ji baġan tê heyahey kar û zar in roj û şev Latînîzekirin û amadekar: Önder Beyter

Pirtûkên din