← Vegere katalogê

Roman û çîrok
Ristemê Zal
edip polatLi Pirtukakurdi bikire ↗- Weşanxane
- Dara Yayınları
- ISBN
- 9786057497710
- Cure
- kürtçe roman
- Zimanê pirtûkê
- Kürtçe
- Rûpel
- 296
- Bihayê lîsteyê
- 420 ₺
- Rewşa çapê
- Li ber dest e
Derbarê pirtûkê de
Wergera vê nivîsê hîn nehatiye amadekirin; nivîsa orîjînal tê nîşandan.
Sal buhurîn, dem guherî. Padîşahê Hamawêranê, bi dek û dolab Kawûs xapand û ew ji serayê revand. Keykawûs bi ecêbek giran winda bû. Gel şaş ma. Rêveberî û hukumdarîya Îranê sist bû, dewlet bê serok ma. Piştî vê yekê eşîretên li ser sînorê Îranê çav berdan welatê wan. Kîn û xerez cardin bijkuvîn. Elfesiyayê Bavpêşeng leşker civand û li ser tuxub bicih kir. Gel ket xeterê, tirs li her derî belav bû, digotin: “Şîyar bin, êrîşa Tûraniyan li rê ye! Ew dê werin, tola xwe bistînin!”
Lê belê nehatin, ew girseya leşkeran berê xwe da welatê Ereban. Ceng li dar ket; artêşa Tirkan bi şer û pevçûn sê mehan di welatê Ereban de ma. Gelek leşker û pêhlewan hatin kuştin, di encamê de Ereb li ber Tûraniyan şikiyan û têkçûn. Efrasiyab, berê hespê xwe cardin da tuxubê Îranê. Li ser vê bûyerê, zana û porsipîyên Îranê li hev civiyan, lijneyek çêkirin, tevî nameyekê şandin cem Ristemê Zal.
beşek ji romanê




