← Vegere katalogê
Leqat

Roman û çîrok

Leqat

Receb DildarLi Pirtukakurdi bikire ↗
Weşanxane
Dara Yayınları
ISBN
9786057497772
Cure
Roman
Zimanê pirtûkê
Kürtçe
Rûpel
184
Bihayê lîsteyê
340 ₺
Rewşa çapê
Li ber dest e

Derbarê pirtûkê de

Wergera vê nivîsê hîn nehatiye amadekirin; nivîsa orîjînal tê nîşandan.

Ji ber wê, gava Şêx Seîd Efendî berê xwe da Dîyarbekirê û dengê Dimilîyan bilind bû gotin; “Prodo paşa çinyo.” Ev ji bo xelasîya ji bin zilm û zora dewletê, ji min re jî bû hêvîyek. Şêx Seîd Efendî li hemberî zilm û zordarîyê serî hildabû. Ji ber wê hemû qaçax û firarên dewletê tevli murîdên Şêx bûbûn û bi halanên “Prodo paşa çinyo” ji her du hêlên Dîjleyê ve ber bi başûr ve dikişîyan. Ji wan qaçaxan yek jê jî ez bûm. Gotinên Şêx wek şîr û şekir bûn. Me yê xwe ji bin vê zilm û zordestîyê rizgar bikira. Êdî em ê bixwe bûbûna xwedîyê hikmat û dewletê. Êdî beg jî em bûn, paşa jî em bûn. Ma ji vêya xweştir! Me yê bi kevirêkî du-sê qûç xera bikira û di şûna qûçan de qesr û qonax ava bikirana.  Ji bo van xewn û xeyalên xweş, em ji çiya daketin deştê û qefle bi qefle gîhan ber bedenên Dîyarbekirê.   LEQAT (Ji romanê)

Pirtûkên din